Sîxur Osman gelek ciwanên Sûrî kirine Sîxurên MÎT’a Tirk

Duh me behsa sîxurê MÎT’a Tirk Diwêka û sûcên wî kir.. Îro jî mukurhatinên sîxurekî din em bi we re parve dikin. Sîxurê MÎT’a Tirk Mustafa Osman ku kurdekî Kobanê ye anî ziman ku wî gelek ciwanên Sûrî yên Kurd û Ereb kirine sîxurên MÎT’a Tirk. Ne tenê ev, wî cihên gelek nuqteyên ewlehiyê li ser nexşe û bi wêne ji MÎT’ê re şandin.

Pergala ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên girtina şaneyên îstixbarata Tirkiyê yên li herêmê, didomîne.

Di operasyonekê de sîxurê bi navê Mustafa Osman ku ji gundê Minazê ya Kobanê ye û di şerê 2013’an ê Kobanê koçî Enqereyê bûbû, girt.

Ji sîxur Osman hat xwestin ku ciwanên Sûrî yên Kurd û Ereb bîne da bibin sîxurên MÎT’ê .

Piştî vê yekê dîsa jê hat xwestin ku vê carê perwerdeyeke îstixbaratî li baregeheke nêzî Enqerayê bibîne.

Mustafa Osman bi rêya bavê xwe ku serçeteykî komên dewleta Tirk e di dergeha Bab El-Hewa re derbasî Sûriyê û paşê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Osman cihê 5 nuqteyên ewlehiyê li ser nexşe û bi wêne ji MÎT’ê re şandin.

Ev demeke bi taybetî dewleta Tirk û hikûmeta Sûrî bi her awayî hewil didin aramiya herêmê têk bibin, ew jî bi rêya bikaranîna ciwanên herêmê tê kirin.

Back to top button