Desteya Tenduristiyê: 14 kesên din bi vîrûsê ketin, jinekê jî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 14 kesên din bi vîrûsê ketin û jinekê jiyana xwe ji dest da. 

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa bîlançoya îro eşkere kir û ragihand ku 14 kesên din, 8 mêr û 6 jin bi vîrûsê ketin.

Dr.Ciwan eşkere kir ku 8 li Qamişlo, 3 li Dêrik, 2 li Amûdê û 1 li Kobanê ne.

Her wiha mirina jineke 70’î salî ji Dirbêsiyê jî ragihand.

Li rex van jî, Dr.Ciwan ragihand ku 2 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan dibe 219 kes, ji wan 28 baş bûne û 15’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button