Hemîd El-Ebid: Tirkiye bi destûra hikumeta Şam, Rûsiya û hêzên navneteweyî êrîş dike

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsya ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk, şermezar kir. El-Ebid teqez kir jî ku sûcên Tirkiyê li herêmê bi destûra hêzên navneteweyî pêk tên.

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên xwe êrîş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Li dijî van êrîşan , Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid bertek û nerzîbûnên xwe nîşan da.

El-Ebid diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li pêşberî çavê hikumeta Şamê û Rûsiyaya garantor pêk tên, lê belê bêdeng in.

El-Ebid bal kişand ser girîngiya helwestdayîna hikumetê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî jî û got:

“Ev gund gundên Sûriyê ne û ji erka hikumetê ye ku bersiva destdirêjiyên li ser xaka welat bide.

Rûsyaya “ganator” beriya niha soza bersivdayîna êrîşên Tirkiyê da, lê heta niha ti tişt li ser erdê nekiriye.

Berovajî wê tevî ku Rûsya rêya M4 wekî rêyeke ewle ragihand jî, hîna binpêkirin û destdirêjî li ser rêya navdewletî pêk tên.”

Hevserokê Meclisa Girê Spî teqez kir ku Tirkiyê bi destûra hêzên navneteweyî hemû biryar û pîvanên navnetewî û serweriya dewletên cîran binpê dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sivîl û sûcên li herêmên dagirkirî bêdeng nemîne.

 

Back to top button