Yekîtiya Jinên Kurdistanê: Divê Hewlêr û Bexda rê li pêşiya êrîşan bigirin

Êrîş û bombebarên dewleta Tirk a dagirker, ji 15 Hezîranê heta îro dewam dikin. Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku Tirkiyê ji xaka herêmê biqewitînin.

Jinên sazî û rêxistinên cuda û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah da xuyakirin ku kirinên Tirkiyê, li dijî hemû mafên mirovî û navnetewî ne.

Kinêr Ebdullah got:

“Em ji dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr nerazîne.

Divê hikûmeta Iraqê li dijî derbasbûna dewleta Tirk bikeve tevgerê.”

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah bang li hikûmeta Başûr jî kir ku dawî li bêdengiya xwe bîne û pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigire.

Şêniyên Xurmatû: Divê aliyên siyasî dev ji berjwendiyên xwe berdin û bibin yek

Şêniyên navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê jî daxwazî ji aliyên siyasî yên Başûr kir ku dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û li hemberî dijmin bibin yek.

Şêniyan bal kişand ser xiyaneta navxweyî û got:

“Li şûna ku li dijî dagirkerkiyê helwest werin nîşandan, hin partiyên Kurdî bi firotina xaka Kurdistanê ve xerîk bûne.

Divê dawî li vê xiyanetê were anîn.”

Kampanyaya îmzeyan bi komkirina 50 hezar îmzeyî bi dawî bû

Di heman çarçoveyê de, kampanyaya îmzeyan a ku ji bo derxistina dewleta Tirk ji xaka Başûr hatibû destpêkirin, bi komkirina 50 hezar îmzeyî bi dawî bû.

Tê payîn, 30 Tebaxê îmzeyên komkirî radestî NY, parlamen û hikumetên Iraq û Başûr werin kirin.

Back to top button