ÇALAKIYA LI STRASBOURGÊ DI ROJA 37’AN DE YE

14 endamên Însiyatîfa ji Ocalan re azadî, li bajarê Starsburgê ji 17’ê Kanûna sala 2018’an ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Bi slogana “Em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” 14 siyasetvanên Kurd ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan 38 roj in di grevê de ne…

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe ji Elmanya, Fransa, Siwîsre û Hollanda serdana çalakgeran.

Çalagerên Însiyatîfa ji Ocalan re azadî teqez kirin ku heya tecrîd neyê şikandin ne pêkane ew çalakiya xwe berdin.

Çalageran bang li her kesî kirin ku ji bo destekê bidin Guven çi ji destê kê tê bila bikin û xwedî li berxwedanê derkevin.

Leave a Reply

Back to top button