Qeter û Tirkiyê peymaneke sê-alî bi Wîfaqê re îmze kir

Di serdana duh a Wezîrên Parastinê yên Qeter û Tirkiyê bo Lîbyayê de, lihevkirineke sê-alî di navbera herdu welatan û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de pêk hat. Li gorî wê, bendergeha Misrata dibe baregeheke deryayî ya dewleta Tirk. Hikumeta Wîfaqê jî ragihand ku wan li ser destekdayîna leşkerî bo Wîfaqê, bi desteka darayî ya Qeterê, li hev kir.

Di serdana duh a Wezîrên Parastinê yên Qeter û Tirkiyê ya Terablusê de, lihevkirineke Tirkî-Qeterî bi hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re pêk hat.

Li gorî vê peymanê:

Bendergeha Misrata dibe baregeheke deryayî ya dewleta Tirk li Deryaya Spî.

Tiştê ku rê li pêş Enqereyê vedike ku hêza xwe ya deryayaî li herêmê belav bike û planên xwe yên dagirkirinê li bakurê Afrîkayê pêk bîne.

Her wiha, navendeke hevkariyê ya leşkerî di navbera hersê aliyan li Misratayê tê avakirin.

Dewha jî desteka darayî dide hemû navendên perwerdekirina çeteyên Wîfaqê.

Di heman demê de, duh hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ragihand, ku ji bo destekdayîna leşkerî, wan lihevkirineke din a sê-alî bi Qeter û Tirkiyê re îmze kiriye.

Wekîlê wezareta Parastinê yê Wîfaqê Selahedîn Nemrûş jî ragihand, ku hersê aliyan li hev kiriye ku hevkariyê ji bo bilindkirina karînên dezgehên leşkerî yên Wîfaqê, bikin.

Ji bo perwerdekirina çeteyên Wîfaqê jî, dê şêwermendên leşkerî yên Qeterî, bo Lîbyayê werin şandin.

Parlementerê Lîbî Elî El-Tekbalî li ser vê lihevkirinê axivî û destnîşan kir ku, radestkirina bendergeha Misrata ya stratejîk bo dewleta Tirk, xizmeta planên Tirkiyê yên lêgerîna li gazê, li rojhilatê Deryaya Spî dike.

El-Tekbalî teqez kir ku kontrolkirina herdu baregehên Wetiya û Misrat ji aliyê Tirkiyê ve, li ser ewlehiya niştimanî ya Lîbî, Erebî û Ewropî jî gefeke mezin e.

Ji aliyê xwe ve, şêwermendê ragihandinê yê serokatiya Parlemena Lîbyayê Fethî El-Meryemî ragihand, ku serdana wezîrên Qeter û Tirkiyê, teqez dike ku herdu welat, desteka komên çete û terorîstên li Lîbyayê dikin.

Tê zanîn, rewşa Terablusa paytext ku li jêr desthilatdariya Wîfaqê ye, pir xirab e û herî dawî duh çeteyên li bajêr, ji bo bidestxistina serweriyê, bi çekên giran pev ketibûn.

Back to top button