Îro dadgeha taybet ji bo doza kuştina Refîq El-Herîrî hukim dide.

Dadgeha taybet ji bo doza kuştina Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El-Herîrî ya sala 2005’an, îro hukim dide.

Di kêşeyê de, 4 kesên girêdayî Hizbullah, bê beşdarbûn, tên dadgehkirin.

Serokwezîrê berê yê Libnanê Saed El-Herîrî, ji bo beşdarî civîna dadgehê ya li ser kuştina bavê xwe bibe, berê xwe da Lahayê.

Ji aliyê xwe ve, Beha’a El-Herîrî, kurê Refîq El-Herîrî ragihand, ku cihê Hizbullah di pêşeroja Libnanê de tune ye.

Refîq El-Herîrî Serokwezîrê berê yê Libnanê bû û têkiliyên xwe yên xurt li gel Amerîka, Ewropa û welatên kendava welatên Ereb hebûn, ji ber wê jî ew weke gefekê li ser hebûna Îranî û Sûrî li Libnanê dihat dîtin.

Herîrî, sala 2005’an, di mezintirîn teqînên Rojhilata Navîn de, hat kuştin.

Back to top button