Hêzên hikûmeta Şam û çeteyên Tirkiyê deverên hev topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din deverên Cebel El-zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku îro di saetên sibehê de hêzên hikumeta Şamê gundên Kensefere, Sifûhin, El-Bara ên gundewarên Başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku di heman demê de, çeteyan bersiva êrîşê da û nuqteyên hêzên hikumetê li Başûrê Idlibê kirin armanc.

Li gorî çavdêriyê, duh jî çeteyan deverên hêzên hikumetê yên li bajarokê Seraqibê topbaran kiribûn û di encamê de birîndar çêbûn.

Dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyeke din jî, Çavdêriya Sûrî diyar kir ku, duh dewleta Tirk 25 maşîneyên din ên leşkerî di derriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi derbasbûna vê karwanê, jimara giştî ya maşîneya bû 8 hezar û 710.

Back to top button