Şêniyên Zirganê: Her kes dizane em sivîl in, lê dîsa jî me topbaran dikin

Ji dema dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, êrîşên dewleta Tikr li ser herêmên din jî bênavber dewam in. Ji wan herêman jî herêma Zirganê ye ku rojane ew der û gundên derdorê rastî êrîşan tên û di encamê de sivîl dibin qurban. Li dijî van êrîşan jî şêniyên li Zirganê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: “Li aliyekî virûsa koronayê û aliyek din jî êrîşên dewleta Tirk. Niha em nizanin em ê xwe ji kijanê biparêzin?

Dewleta Tirk a dagirker li gel dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spiyê niha jî cih û warê sivîlan topebaran dikin.

Rojên borî carek din navçeya Zirganê topbaran kirin û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Wekî her car hêzên Rûsyayê li hemberî êrîşan bêdengiya xwe parastin.

Şeniyên li Zirganê ji aliyekê li hemberî topbaranê û aliyek din li dijî vîrûsa koronayê xwe diparêzin.

Têkildarî mijarê şêniyên Zirganê nerînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Edûla Mihemed kêliyên topebaranê vegot:

Di saet sibehê de pevçûn dest pê kirin û navçe bi çekên giran û hawanan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat topebarankirin.

Çend parçeyên hawanê li mala min jî ketin. Ev ne cara yekemîn e em rastî topbaranê tên.

Her kes dizane em sivîl in, lê her car me topebaran dikin. Heya niha me rûyê Hêzên Rûsyayê li taxa xwe nedîtiye.

Êdî ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk em nikarin xwe ji koronayê jî biparêzin.

Em bang dikin ku dagirkerî ji xaka me derkeve, ji bo ku em bikaribin li hember vê vîrûsê bisekinin.

Sara Abdulla jî diyar kir ku ji ber êrîş û topebaranê zarok bi nexweşiyan re rûbirû mane û got:

Di rewşên şer de yên herî zêde zirarê dibînin zarok in. Niha ji ber êrîş û topbaranê zarok gelek ditirsin û ji ber vê tirsê jî nexweş dikevin. Em hêvî dikin ku êdî ev şer raweste.

Back to top button