Artêşa Yemenê kuştina 40 endamên Hûsî ragihand

Artêşa Yemenê, kuştina 40 çekdarên Hûsî, di şerên li parêzgeha Beyda’a ya li nîva welêt de, ragihand.

Navenda Ragihandinê ya artêşa Yemenê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku ev 2 roj in hêzên artêşê, bi desteka gel û firokeyên Koalîsyona welatên Ereb, li eniya Qaniya ya li bakurê Beyda’a, li dijî hêzên Hûsî şer dikin.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku balafirên Koalîsyonê, çend êrîş birin ser nuqteyên hêzên Hûsî û di encamê de nêzî 40 Hûsî hatin kuştin û jimarek hat birîndarkirin.

Her wiha gelek maşîne jî hatin jinavbirin.

Ev nêzî mehekê ye li parêzgeha Beyda’a, ku bi nav “Dil”ê Yemenê tê naskirin, ji bo bidestxistina serweriya parêzgehê, şer berdewam e.

Back to top button