Li Somalya 6 sivîl di teqandina mayînekê de hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn

Li bajarê Haw ê başûrê Somalyayê, xwaringehek hat armanckirin. Di encamê de, 6 sivîl hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Berpirsê herêmî Ehmed Ebdullah da xuyakirin ku Tevgera Ciwanan li dû van êrîşan e.

Piştî armanckirina artêşa Somalyayî û êrîşa li ser Xewgeha Îlît a Meqedîşoyê, ev êrîşa sêyemîn e.

Êrîşa yekem, duh li ser artêşê pêk hatibû, 4 leşker û 13 çeteyên “Hereket el-Şebab” hatin kuştin.

Her wiha Yekşemê di êrîşa duyem a li ser xewgehê de jî, zêdeyî 15 kes hatibûn kuştin û bêtirî 30’î jî birîndar bûnbûn.

Back to top button