
Li Heftanîn û Çelê di çalakiyên gerîla de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand û ev gahî parvekir.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê 17’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li qada Navsera Xantûrê çalakî kirin.
Di vê çalakiyê de derb li stargeheke artêşa tirk hate xistin û 7 leşker hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de heman rojê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şikêrê çalakî kirin.
Derbên giran li çeper û stargehên artêşa tirk hate xistin û leşkerek hate kuştin.
HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Agît Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê yên pê re şehîd bûn hatin lidarxistin.