Li Efrîna dagirkirî ,duh çeteyên dewleta Trik bi ser gundê Gemrokê yê Mabeta girt û bi bihaneyên ne rast 10 sivîl revandin.
Li gorî Toreya Çalakvanên Efrînê, ji kesên ku hatin revandin şêniyên bi navên:
Kemal Elîk
Ednan Zekeriye
Ehmed Zekeriye
EbduRehaman Xelîl Ihmo
Luqman Xelîl Ihmo
Ebdo Hesen
Zekî Xoce
Kemal Hesen Ehmed ne.
Çeteyan ji bo berdana wan ji her girtiyekî hezar Lîreyê Tirkî fidye xwestin.
16’ê Tabaxê jî, çeteyan li gundê Şêxotika yê Mabeta şêniyên bi navê Mihemed Menan Reşo(53), Mihemed Mihemed Reşo(59) û Zekî Henan Reşo(48) revandin.
Li Raco çeteyan13 hezar û 400 lîreyê tirkî fidey ji 9 sivîl standin
Li navçeya Raco jî, piştî standina fidyeyan ji 9 sivîlên ji gundê Dîkê, çeteyan ew berdan.
Malpera Efrinpost diyar kir ku çeteyan 13 hezar û 400 Lîreyê Tirkî fidiye ji wan standin.