Xelkê Germinayê jî banga hilweşandina hikûmetê kir

Piştî xelkê navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê îro xelkê Germiyanê jî daketin qadan û banga hilweşandina hikûmetê kir.

Mamosta, karmend û welatiyên Herêma Germiyan li ber derê qeymeqamtiya Kelar xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de daxwaza maf û ruxandina desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Di meşê de ji bo şermezarkirina desthilata dadwer, xwepêşanderan pêlavên xwe ji piyê xwe kirin û bilind kirin.

Di xwepêşandanê de daxwaza rûxîna desthilata herêmê û dayîna mûçe a di wextê xwe de hate kirin.

Tê payîn xwepêşandan sibe jî dewam bikin.

Back to top button