Hêzên Sûriya Demokratîk û şêxeşîrên herêmê du eşîre li hev anîn

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê xebatên pûçkirina planên derxistina fitneyan li herêma Dêra Zorê dewam dike. QSD’ê du eşîr li hev anîn.

Îro QSD’ê li Dêra Zorê bi amadebûna bi dehan şêx û rûspiyên herêmê du eşîr li hev anîn.

Li hevanîn di navbera eşîra El-Bû Herdan ji bajarokê Hecînê û eşîra Demîm ji bajarokê Bihare pêk hat.

Rûspî û şêxên gundê Ebû Hemam, Baxoz, Şafe û Teyane roleke mezin û girîng di lihevanînê de lîstin.

Tê zanîn ku ev ne cara yekê ye ku hewldanên derxistina fitneyê li gundewarê Dêrazorê tên kirin.

Aqilmend û rûspiyên herêmê dibêjin ku ev fitne, ne ya dawiyê ye lê belê ew ê wek her car derbas bikin.

Back to top button