Li Tirbespiyê werşeyek dirûtina maskan hat vekirin

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbespiyê werşeya dirûtina maskan çêkir û dê mask ji bo karker, karmendên şaredariyê û şêniyên serî li saziyan didin, bê pere be.

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbespiyê jî werşeya dirûtina maskan vekir.

Endama rêveber a nivîsgehê Efîfa Silêman diyar kir ku maskên ku tên çêkirin wê li şêniyan bê pere bê belavkirin.

Efîfa Silêman anî ziman ku ev werşe bi dilxwazî hate vekirin û tê de nêzî 10 jinên xebatkarên Şaredariya Gel, dixebitin.

Efîfa Silêman diyar kir ku rojane 100 mask tên çêkirin û niha ew hewl didin werşeyê berfireh bikin ku pêdiviya şêniyan ji maskan peyda bikin.

Sûka bajarê Dêrikê hat pakkirin

Pêngavên pakkirinê jî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê li herêmê dewam dikin.

Îro Şaredariya Gel bi hevkariya Rêveberiya Tenduristiyê cara duyemîn sûka navendî ya bajarê Dêrikê pakkir.

Di dema pakkirinê de hemû dikan hatibûn girtin.

Back to top button