Meclisa Rêveber a herêma Firatê: Rûsya berpirsê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Kobanê ye

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê derbarê êrîşên dewleta Tirk li dijî gundên Kobanê daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku li gel belavbûna vîrûsa Coronayê li herêmê ku bandor li aliyê civakî û aborî dike, êrîşên dewleta Tirk jî didomin.

Meclisê anî ziman ku dewleta Tirk hemû hêza xwe ji bo têkbirina vîna gelên ku ewlehiya xwe di tecrûbeya demokratîk de dîtine, bi kar tîne.

Her wiha diyar kir ku ew ji van sûcan Rûsyayê berpirsyar dibînin, ji ber ku li gorî peymana ku bi dewleta Tirk a dagirker re îmze kiriye tev nagere.

Meclisa Rêveber a herêma Firatê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û bang li Cîhanê kir ku li hember van êrîşan bi erkên xwe rabin.

Back to top button