Dewleta Tirk leşkerên ku dest dirêjiyê dike diparêze

Jina Ciwan a bi navê Î.E ya rastî destdirêjiya çawîşê pispor ê dewleta Tirk hatibû jiyana xwe ji dest da lê tecawizkar hîn jî nehatiye girtin.

Li Bajarê Êlihê beriya niha jineke ciwan rastî destdirêjiya çawîşê pispor ê dewleta Tirk hat,

Jina ciwan di 16’ê Têrmehê de bi çekê li xwe xist. Jina ciwan bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê ev demek di beşa lezgîn de dihat derman kirin.

Jina ciwan beriya ku întîhar bike pişt xwe nameyek dihêlê û dibêje çawîşê pispor yê bi navê Musa Orhan bi zorê destdirêjî li wê kiriye.

Piştî ku bûyer derket holê malbata jina ciwan serî li dozgeriyê da, lê dewleta Tirk bi awayekî şiklî leşkerê tecawizkar xist binçav piştre jî serbest berda.

Jina ciwan îro li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, lê tecawizkar Musa Orhan hîn jî nehatiye girtin û biawekî serbest digere.

Faşîzma AKP’ê bi destdirêjiyê rewa dike û tecawizkaran diparêze.

Back to top button