Li herêmên hikûmeta Şamê 80 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê pêketina 80 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 80 kes bi vîrûsê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 6 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Li gorî van daneyên dawî jî heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, hezar û 844 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 431 baş bûne û 73 jî mirine.

Back to top button