Serokê Maliyê istîfaya xwe radigihîne

Malî careke din darbeya Leşkerî….
Serokomar Îbrahim Boubacar Keîta îstifa.
Piştperde nayê zanîn.
Leşker bi xwepêşandanan hate pêşwazîkirin.
Ji nava cihanê bertek.. NY, Y.Efrîqa

Welatê Rojavayê Afrîka Malî ku di dîroka xwe de beriya niha jî darbe dîtibû careke din leşkeran dest danî li ser rêveberiya welat.

Di saetên şevê de, komek leşker berê xwe dan mala Serokomar Îbrahim Boubacar Keîta û ew ji mal birin.

Leşkeran Keîta birin navendeke leşkerî ya 15 km ji paytext Bamako dûr.

Keîta li vir bi rêya televizyonê axaftinek kin kir.

Keîta anî ziman ku ew di rêveberina leşkerî û civakî de kêm maye û poşmaniya xwe ya ji ber kuştina xwepêşandêrên 10-12’ê Tîrmehê anî ziman.

Serokomar Keîta hilweşîna meclis û hikumetê ragihand û ev tişt anî ziman:

Naxwazim ji bo li ser deshilatdariyê biminım û xwîn were rijandin.

Ji ber vê yekê jî ez îstifaya xwe radigihînim.

Ji navenda leşkerî di saetên siharê de, ber bi paytextê ve tevgera leşkerî pêk hat.

Artêşê piştî darbeya leşkerî diyarkirin ku wê mehkemeyekî ava bikin û hilbijartin jî pêk bînin.

Di demên dawiyê de, ji ber nelirêtiya li welat, krîza ekonomî û pirsgirêka hilbijartina parlementerên ku bi gumana biser neketine, welat di nava tevliheviyê de bû.

NY û Yekîtiya Efrîqa li dijî darbeyê helwestên despêkê nîşan dan û daxwaza berdana kesên hatine binçavkirin kir.

Fransa jî binçavkirina serokomar şermezar kir.

Li vir xala herî balkêş jî ewe ku ji ber stratejiya erdnîgariyê Malî di nava welatên Efrîqa de xwedî cihek girînge.

Ji ber vê yekê jî li dewletên derdor nerehetiyek çêbûye.

Li herêmên bakurê Malî yên çolistanê, komên girêdayî çeteyên El Qaîde hene.

Ev rewş heman demê de, welatên cîran Nîjer, Burkîna Faso, Çad û Morîtanya dixe nava metirsiyê.

Her wiha li herêmê, nêzî 10 hezar leşkerên Fransa û NY hene.

Back to top button