Desteya Tenduristiyê: 34 rewşên nû li herêma Cizîrê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 34 rewşên nû yên Coronayê li herêma Cizîrê hatin tomarkirin..

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ji van 34 kesan;

13 li Hesekê, 11 li Qamişlo, 5 li Dêrikê, 4 li Amûdê, yek jî li Girkê Legê..

Dr. Ciwan her wiha da zanîn jî ku 8 kesên din baş bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî bû 253 kes, ji wan 36 kes baş bûne, 15’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button