Artêşa Tirk Tirk a dagirker li Girê Spî jinek kuşt û yek jî birîndar kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, jinek li Girê Spî ya dagirkirî kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku 18’ê Tebaxê artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Mile yê Girê Spî, jina bi navê Fatmê Ebêd El-Hemdem kuşt û jineke din bi navê Cîhan jî bi giranî birîndar kir.

Rêxistinê da zanîn ku her du jin di dema ku ji bajarê Reqayê vedigeriyan gundê xwe, li ser rê rastî gulebarana artêşa Tirk û çeteyên wê hatin.

Di encamê de, yek jê hat kuştin, a din jî bi giranî birîndar bû.

Back to top button