Şaredariya Şehbayê bi sahrîc û pereyên kêm avê li şêniyan belav dike

Ji bo koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, Rêveberiya Xweser eşkere kir ku ji bo belavkirina avê li koçberan, gelek plan hatin danîn.

Ji dema çeteyên DAIŞê herêma Şehbayê dagir kiribû, binesaziya wê wêran kiribû, lewra koçberên Efrînê neçar dimînin avê ji bîran bikişînin.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê jî piştî paqijkirin û pakkirina avê, plana gihandina ava bîran ji her maleke koçber re, bi rêxistin kir.

Rêveberiyê diyar kir ku li herêma Şehba û gundewarên wê, nêzî 37 bîr hene û pêdiviya şênî û koçberên Efrînê ji avê bi cih tîne û lêçûna her bermîlek av bi 50 L.S diyar kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şehbayê Seydo Seydo anî ziman ku ew bi rêya sahrîc û bi pereyên kêm, avê li koçberan belav dikin.

Back to top button