Rêveberiya Xweser: Bi boneya Sersala Hicrî, hemû destgehên giştî dikevin betlaneyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sersala Hicrî li hemû civaka Islamî pîroz kir û hin birayar derxistin. 

Rêveberiya Xweser Sersala Hicrî li hemû gelên Sûriyê û bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li hemû Civaka Îslamî pîroz kir.

Rêveberiyê îro ragihand ku bi boneya Sersala Hicrî ku sibe tê pîrozkirin, hemû dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweser dikevin betlaneyê.

Rêveberiyê her wiha eşkere kir ku biryar ji bo destgehên xebatên wan nayên sekinandin, ne derbasdar e.

Back to top button