Ji ber zirarên teqîna Beyrûtê, Weqfa Newroz a Libnanê banga alîkariyê kir

Navenda Weqfeya Newroz a Çandî-Civakî li Lubnanê gelek xebat dide meşandin û hewl dide ku xeta siyemîn a netewa demokratîk jî bide rûniştandin.

Navenda Weqfê, di encama teqîna Beyrûtê zirareke mezin dît.

Seroka Weqfeya Newroz ya Lubnanê Henan Osman jî bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan kir ku alîkariyê pêşkêşî navendê bikin.

Weqfe Newroz a Çandî-Civakî, ji bo birêxistinkirina civakê, vejînkirina çand û zimanê kurdî di nava civaka Lubnanê û parstian mafê jinan, li Lubnanê xebat dike.

Di sala 2013’an Weqfeya Newroz li bajarê Lubnanê hat damezrandin.

Endamên Weqfeyê ji Encumena jinan a Lubnanê ne û gelek çalekiyan pêk tînin.

Weqfeya Newroz di çarçoveya hewldanên xurtkirina têkiliyên kurdiyatî û girîngiya pêkanîna yekitiya netewî ya Kurdî, bi taybet li ser qada Lubnanê, xebatên girîng meşandin.

Di heman demê de Weqfeyê bi saziyên alîkariyê re, alîkarî pêşkêşî malbatên xizan kirin.

Ji bo bi destxistin û xortkirina rola jinên Lubnanê jî, her di nava çalakiyan de bû û gelek perwerde ji jinan re lidarxistin.

Di roja 4’ê Tebaxê de, di setên piştî nîvro du teqînan paytexta Libnan Beyrûtê hejand..

Teqîn li embareke çekan rû da, piştî teqîna destpêkê, teqîneke gelekî dijwar pêk hat ku vê yekê hişt ewrekî mezin çêbibe û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

Di encama teqînê de navenda Weqfeya Newroz zirareke mezin dît.

Niha navend bi temamî xirabûye, lê hîn jî karê weqfeyê dewam dike.

Têkildarî mijarê Seroka Weqfeya Çandî-Civakî ya Lubnanê Henan Osman axivî û bang li saziyên navneteweyî, mafê mirovan û NY’î kir û got:

Di teqîna Beyrûtê de navenda me zirareke mezin dît, ji bo ku careke din em xebata xwe dewam bikin pêwîstiya me bi alîkariyê heye.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan dikin ku desteka alîkariyê bidin me.

Back to top button