Mazot ji bo Zivistanê li şêniyên Qamişlo tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê bi alîkariya komîteya meclisên kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Mazot wê li ser du qonaxan û di her qonaxekê de ji bo her malbatekê 220 lître bi buhayê 77 Lîreyê Sûriyê bê belavkirin.

Belavkirin bi rêya lênûskên malbatî yan jî bi belgeyekê ji komînê pêk tê.

Ji rêveberên Komîteya Sotemeniyê ya Qamişlo Ebdselam Merî derbarê mijarê de axivî û bang li şêniyan kir ku bi komînên taxan re alîkar bin û belgeyên pêwîst rê bikin da ku her malbatek mazota xwe bibe.

Back to top button