Leşkerên Tirk li Wanê dîsa êrîşî gorên şehîdan kirin

Li navçeya Erdişê, leşkeran gora gerilaya HPG’ê Fatma Încî rûxandin. Piştre jî bang li malbatê kirin ku biçin qereqolê îfade bidin.

Leşkerên faşîzma AKP’ê gora gerîlaya HPG’ê Fatma Încî ya 17’ê Nîsana 2018’an li navçeya Berwerî ya Sêrtê şehîd bûyî û li Goristina Zortul a navçeya Erdîş a Wanê hatibû veşartin, rûxandin.

Leşkeran peyva “şehîd” û navê nasnavê li ser gora şehîd Încî hatibûn nivîsandin kirin hincet û rûxandin.

Leşkerên ku gora Încî rûxandin, di heman demê de bang li malbata wê jî kirin ku biçin Qereqola Eskerî ya Çelebibagê îfade bide.

Malbat li ser vê yekê çû qereqolê û li qereqolê pirsa çima “nivîs hatine nivîsandin” ji malbatê hat kirin.

Beriya niha jî leşkerên faşîzma AKP’ê bi dehan gorên şehîdan li bakurê Kurdistanê xera kiribûn.

Back to top button