Meclisa Wargeha Mexmûrê serdana ofîsa parlementoya Iraqê kir

Şandeya Meclisa Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêze serdanên xwe yên li gel aliyên siyasî û rêxistinan de, serdana ofîsa parlamentoya Iraqê kir.

Şandeyê derbarê ambargo, alîkariya tenduristî û daxwazên penaberan de daxwaznameyek radestî ofîsê kir.

Her wiha bi parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona Tevgera Goran ve Dr. Kawe Mihemed re civiyan.

Beriya civînê endamê Komîteya Dîplomasî Bêwar Unver daxuyaniyek çapemeniyê da û got;

“Ji bo ku di aliyê tenduristî, perwerde û îdarî de rewşa wargehê asayî bikin, em ê daxwazên xwe radestî parlamenterên Kurd yên li parlamentoya Iraqê bikin. Bi taybet jî ji bo rakirina ambargoya ser wargehê hewldanên cidî pêwîstin.”

Dr. Kawe Mihemed jî derbarê civînê de ji Rojnews re axivî û got; Ji aliyê îdareya Hewlêrê ve gelek pirsgirêk ji bo penaberên wargehê tên çêkirin.

Back to top button