Çeteyên DAIŞ’ê bajarê Kûkawayê yê Nîjeryayê dagir kir

Çeteyên DAIŞ’ê li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê bajarek dagir kir û bi sedan kesên sivîl dîl girtin.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê ya Efrîkaya Rojava li dora herêma Gola Çadê bajarê Kûkawa dagir kire.

Hat ragihandin ku çeteyan bi sedan kesên sivîl dîl girtine.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku balefirên şer li bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Bornoyê hatiye danîn û bi rewşê re eleqedar dibin.

bajarê Kûkawa nêzî bajarê Bakayê ye û li dora Gola Çadê ye.

Çeteyên Çeteyên DAIŞ’ê ya Efrîkaya Rojava di sala 2016’an de ji Boko Haram veqetiyabûn û ji xwe re rêxistineke nû ava kiribûn.

Li Nîjeryayê ji sala 2009’an û vir ve 36 hezar kes ji ber tundiyê mirine û 2 milyon kes jî ji warê xwe koçber bûne.

Back to top button