Li Hesekê kesekî ku bi qaçaxî bazirganiya ard dikir hat girtin.
Hin Kes hene li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, kêsbaziyê dikin û dixwazin bi vê yekê rêveberiya xweser reş bikin.
Mudîriyeta Temwînê yê Hesekê, kesekî ku bi qaçaxî bazirganiya ard dikir, girt.
Ardê di erebeya wî de, hate destserkirin û kesê behsa mijarê radestî hêzên Asayîşê hate kirin.
Yek ji endamên temwîna Hesekê derbarê mijarê axivî û diyar kir ku ji ber kesên wiha ku bi qaçaxî ard û nan derdixin û bi buhayên cûda difroşin, aloziya nan derdikeve.