Di êrîşa li ser Kanî Masî de sivîlek jiyana xwe ji dest da

Di encama bombebarana li ser gundê Kanî Mezin ji balefirên şer ên dagirkeriya Tirk ve, rêveberê dibistana gund jiyana xwe ji dest da.

Di saetên nîvro de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Kavilka yê bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê ya Dihokê bombebaran kirin.

Di heman saetan de balefirên Tirk du car li serhev derdora bajaroka Kanî Masî û gundên Bazê û Kanî Mezin yên li çiyayê Metînayê bombebaran kirin.

Di encama vê bombebaranê de welatiyek bi navê Xalid Ebdulrehman jiyana xwe ji dest da.

Kesek nêzî welatiyê jiyana xwe ji destdayî ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Destpêkê balefirên dewleta Tirk bi sê bombeyan gundê wan bomebaran kirin. Dema Xalid Ebdulrehman dixwaze biçe cihê êriş li ser çêbûyî, carek din balefir tên û bi sê bombeyan heman cih  bomebaran dikin. Li wir Xalid Ebdulrehman jiyana xwe ji dest dide.”

Li gorî heman çavkaniyê Xalid Ebdulrehman xelkê gundê Kanî Mezin ya ser bi Kanî Masî ye.

Temenê wî nêzî 60 sale. Rêveberê dibistana gunde û endamê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ye.

Hate gotin piştî saetek cenazeyê Xalid Ebdulrehman ji cihê êrişê hate rakirin.

Back to top button