Li Bakirkoyê polîsên AKP’ê daxuyaniya HDP’ê asteng kir

Daxuyaniya HDP’ê ya di çarçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ a dixwestin li Qada Azadî ya Bakirkoyê bidin, li ser hinceta qedexeya qeymeqamtiyê hate astengkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çaçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê’ ku bi tevlîbûna Hevserok Pervîn Bûldan xwestin li Qada Azadî ya Bakirkoyê daxuyaniyekê bidin.

Polîsên ku qad dorpêç kirin, hinceta şewbê ya Qeymeqamê Bakirkoyê nîşan dan, diyar kirin ku daxuyanî qedexeye û rê nedan ku daxuyanî bê dayîn.

Gel ê li qadê kom bûn, polîsan xwestin bi zorê derbixin, bi gotina; ‘Em vê zilmê qebûl nakin, em ji vir naçin’ nerazîbûn nîşan dan.

Li qadê bê navber dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘HDP hêvî ye, hêvî li ser piyan e’ qîr kirin.

Hevdîtinên rêveberên HDP’ê û polîsan dewam dike, bendewariya gel a li qadê jî didome.

Back to top button