Duh hemû hewildanên serokê AKP’ê Erdogan a ji bo parastina çeteyên xwe li Idlibê têk çûn.
Hemwextî wê li ser erdê hêzên rejîmê bi sedan top li gundewarên Idlib û Hemayê barandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku li herêmên gundewarên Idlib û Hemayê topbaraneke dijwar heye.
Hêzên rejîma Sûrî û çekdarên pêve girêdayî, herêma Timani’a ya gundewarên Idlibê û herêmên bajaroka Keferzîta û Litamine yên gundewarê bakurê Hemayê toparan kir.
Her herêma Hiwêz a Sehil Xab ku dikeve rojavayê gundewarê Hemayê jî da ber topan.
Çavdêriyê diyar kir ku topbaran hema piştî derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye..
Di encama topbaranê de kesek birîndar bûye.