Li Efrînê çeteyan 16 şênî ji gundê Ereb Şêxo revandin

Li Efrîna dagirkirî, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 16 şênî ji gundê Ereb Şêxo yê Mabatayê revandin. Çeteyên dewleta Tirk hîna jî bacan li şêniyan disepînin û li navçeya Mabatayê ji bo çûyîna nava zeviyan, ji her şêniyekî hezar lîreyên Tirkî distînin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand kir ku 15’ê Tebaxê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 16 şênî ji gundê Ereb Şêxo yê Mabatayê revandin.

Rêxistinê navê hin kesan jî eşkere kir:

Hesen Mihemed Eyûb

Cemal Ebdo Ebûş

Elî Ebdo Ebûş

Mihemed Ebdo Ebûş

Fûad Ebdil Mihemed

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan, piştî standina 500 hezar L.T ew berdan.

Li gundê Remedana yê Mabatayê jî çeteyan şêniyê bi navê Omer Cemîl Reşo revand.

Çete bacan li şêniyên gundê Birîmce disepînin

Li aliyekî din jî dizî û talana herêmê didome.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bacan li ser şêniyên gundê Birîmce yê Mabatayê disepînin.

Li gorî malperê, çete li beramberî çûyîna nava zeviyan, ji her cotkarekî hezar L.T distînin.

Beriya vê jî çeteyan mûsima gûz û behîvan ji gundê Qijûma yê Cinirêsê û Maretê yê navenda bajêr bi temamî dizîbûn.

Çeteyan kargeheke şêniyekî dizîn

Heman malperê da zanîn jî çeteyan li taxa Eşrefiyê yê navenda bajêr kargeha pêlavan a şêniyê bi navê Mihemed Ebo Dilo yê ji gundê Kerê bi temamî dizîn.

Back to top button