Desteya Tenduristiyê: 27 rewşên nû hatin tomarkirin 2 jî jiyana xwe ji dest da

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketina 27 rewşên din û mirina 2 kesan bi vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya rewşên nû yên Coronayê ragihand û diyar kir ku 27 kesên din nexweş ketine, ji wan:

17 li Qamişlo,

5 li Dêrkê,

û 5 jî li Hesekê ne.

Desteyê her wiha eşkere kir ku jinek 60 salî li bajarê Qamişlo û mêrekî 70 salî jî li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da..

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan dibe 280, ji wan 36 baş bûne,17’an jî jiyan xwe ji dest daye..

Back to top button