
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanê wan Aram Efrîn şehîd bû.
Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyê şehîdê xwe eşker kir û got:
Hevrêyê me Aram Efrîn di roja 18’ê Tebaxê de, di encama qezayekî de şehîd bû.
Hevrê Aram, ji têkoşîn û berxwedana gelê me ya li ser hîmê azadî û yekîtiyê, bi dildarî bawer kir û heta henaseya xwe ya dawî li dijî her cure paşverûtiyê sekinî.
Şehîd Aram Efrîn, erk û berpirsiyariya xwe bi serkeftî bi cih anî.
Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Nasnameya Şehîd jî wiha ye:
Ebdo Ebas Osman,
nasnav Aram Efrîn,
Cih û Dîroka Şehadetê: Encama qezayê | 18 Tebaxa 2020’an
ARAM RFRÎN
EBDO EBAS OSMAN
18 TEBAXA 2020