LI BAXOZÎ ŞER GIRAN E.. GELEK ÇETE XWE RADESTÎ QSD’Ê KIRIN

Qonaxa dawî ya pêngava bagera cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike

Li bajarokê Baxoza Jorîn ê Dêrazorê şerên dijwar rû didin.

Ji ber dijwariya şer gelek çeteyên biyanî jî xwe radestî hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kirin.

Li gor agahiyên dawî li bajaroka Baxoza jorîn a Dêrazorê şerên dijwar rû didin.

Ji ber dijwariya şer gelek çeteyên biyanî xwe radestî şervanên hêzên Sûriya demokratîk QSD’ê kirin.

Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin.

Di demên dawî de di nava çeteyên DAIŞ’ê de parçebûn çêdibin û gelek çeteyên biyanî tevî malbatên xwe, xwe radestî QSD’ê dikin.

Doh jî navenda ragihandin û çapemeniya QSD’ê ragihandin ku gundê Mozan ê li kêleka Sûse bi temamî ji çeteyan rizgar kir û 59 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button