Li Zaxo xwepêşandanek li dijî rêdana derbasbûna barhilgirên Tirkiyê pêk hat

Şêniyên bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li dijî biryara rêdana derbasbûna ajokar û barhilgirên dewleta Tirk, xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên bajêr duh êvarî li ber deriyê Ibrahîm El-Xelîl kom bûn û biryara derbasbûna barhilgir û karkerên Tirkiyê şermezar kir.

Şêniyan da xuyakirin ku ev biryar, bi hezaran karker ji kar bêpar dihêle.

Hêzên Asayîşê jî, gule ji bo jihevbelavkirina xwepêşandanê berdan û nehişt ku xwepêşander bigihîjin dergehê.

Li navçeya Ranya ya herêma Raperînê jî xwepêşandanek li dijî bêkarî û nebûna xizmetguzariyê pêk hat û banga mafên xwe kir.

Karmend û mamostayên navçeyên Kelar a Germiyanê jî çalakiyek li ber navenda rêveberiya Germiyanê pêk anî.

Şêniyan banga berdana çalakvanên binçavkirî kir û xwest ku mûçe di dema xwe de werin belavkirin û bêyî werin kêmkirin.

Back to top button