Zêdetirî hezar jinî, li Efrîna dagirkirî hatine revandin

Li herêmên dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane jinan direvînin, êşkence dikin û dikujin. Tenê li Efrîna dagirkirî zêdetirî hezar jinî hatine revandin, piranî jê zarok in. Tevî ku dosyayên sûcan ji NY’î re jî têne pêşkêşkirin, lê hîna bêhelwest e.

Li herêmên dagirkirî, rojane jin têne revandin, êşkencekirin, rastî destavêtinê tên û bi ser de jî tên kuştin.

Jixwe sûc û kirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li van herêman bênavber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, binpêkirinên li Efrîna dagirkirî belge kir û diyar kir ku zêdetirî hezar jin hatine revandin, piranî jê zarok in.

Çarenûsa bêtirî 400 jinî hîna jî ne diyar e.

Pirtirî 63 jinî hatine kuştin, 4 jinan jî xwe kuştine

65 jin rastî destavêtinê hatine.

Ji 20 Çileya 2018’an û heta Hezîrana îsal, zêdetirî 215 jin birîndar bûne.

Li Girê Spî û Serê Kaniyê jî rewş ne cuda ye.

Hem bi revandina jinan, hem jî bi şantajkirina malbatan ji bo li beramberî berdana wan fidiyê bibin.

Tevî dosyayên sûcan ji NY re tên şandin, lê hîna bêhelwest e

Sûcên li dijî jinan ên ku hatine belgekirin asta hovîtiya li herêmên dagirkirî, diyar dikin.

Di heman demê, biryara NY a 1325’an ku îşaretê bi parastina mafên jinan û zarokan dike jî binpê dikin.

Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyaya sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî jinan pêk aniye, pêşkêşî NY û Rêxistinên cîhanê yên parastina mafên mirovan dikin, lê dîsa jî tu helwestên cidî dernakevin holê.

Lewra ev yek rê li ber dewamkirina van binpêkirinan vedike.

Back to top button