Artêşa Îsraîlî 3 sivîl li gundekî nêzî Ramellayê birîndar kirin

Di pevçûnên li gundê Dêr Ebû Meş’el ê nêzî Ramellayê de, Artêşa Îsraîlî 3 sivîlên Filistînî birîndar kirin.

Wezareta Tenduristiya Filistînî da xuyakirin ku birîna birîndarekî sivik bû, lê rewşa yê din diyar nekir.

Artêşa Îsraîlî jî, yek ji birîndaran li gel xwe hiştibû û teqez kir ku rewşa wî gelekî giran e.

Artêşa her wiha vê sibehê li Xezzayê hin cihên leşkerî yên komên Filistînî armanc kirin.

Li gorî ragihandina Filistînî, topavêja artêşê li Xan Yûnis cihekî leşkerî armanc kir û hin cihên din li rojhilatê wargeha Berîc a Xezzayê jî topbaran kirin.

Der barê ziyanan de, ti agahiyên zelal nehatine ragihandin.

Berî niha jî, artêşa Îsraîlî gelek deverên Tevgera Hemasê yên li Xezzayê bombebaran kiribûn.

Back to top button