TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER BANG LI HER KESÎ KIR KU DAKEVIN QADAN

Li seranserî Ewropayê piştevaniya bi çalakiyên gerava birçîbûnê her roj zêde dibin.

Di 24-25- û 26′ Çileyê ji bo daxwazên çalakgeran a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Oclan li gelek bajarên Ewropayê wê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin.

Her wiha 50 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Ocalan bang kirin.

Di 24-25- û 26′ Çileyê ji bo daxwazên çalakgeran a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Oclan li gelek bajarên Ewropayê dê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, KCDK- E û TJK- E bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna çalakiyan li her kesî kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Bi giyanê seferberiya neteweyî û demokratîk derkevin qadan û daxwazên Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê li meydanan biqêrin.

Divê em xwedî li berxwedana wan derkevin û qêrîna wan bilind bikin û bandorê li saziyên navneteweyî bikin ku tev bigerin.

50 XELATGIRÊN NOBELÊ JI BO RÊBER OCALAN BANG KIRIN

50 Xelatgirên Nobelê jî, ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, nameyeke hevpar ji saziyên navneteweyî re şandin.

Xelatgeran piştgirî dan Leyla Guven û hemû çalakgeran û xwestin ku ji bo dawî li înkarkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bê anîn, tedbîrên pêwîst bên girtin.

JI ARJANTÎNÊ GELEK RÊXISTINÊN ÇEP NAME JI LEYLA GUVEN RE ŞANDIN

Her wiha ji Arjantînyayê jî gelek rêxistinên çep ên Arjantînî ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven û hevalên wê yên çalakger nameyeke hevpar nivîsîn û berxwedana wan silav kirin.

Leave a Reply

Back to top button