Balafirên Rûsyayê li ser asîmanê Idlibê digerin

Li gel firîna balafirên Rûsî li ser asîmanê Idlibê, êrîşên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk jî li ser erdê dewam dikin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê balafirên Rûsî li ser asîmanê Idlibê geriyan..

Duh derengiya şevê jî, hikumeta Şamê deverên Fitêra, Kinsefra, Sifûhin û Filêfil ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo herêmê didomîne û roj bê derbaskirina maşîneyên leşkerî derbas nabe.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku artêşa Tirk 25 maşîneyên din ku ji alavên leşkerî û lojistî pêk dihatin, derbasî Idlibê kirin.

Bi derbaskirina vê maşîneyê re jimara giştî ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve, bû 9 hezar û 185.

Back to top button