Xelkê Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê li dijî derbasbûna ajokar û barhilgiran di deriyên sînorî re xwepêşandan kirin, di encamê de gelek sivîl birînadr bûn.
Li navçeya Zaxo a girêdayî Dihokê şeva borî welatî li dijî biryara ku rê dide ajokar û barhilgir li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî herêmê bibin xwepêşandan kirin.
Hêzên asayîşê bi armanca belavkirina girseyê gule reşandin û bi darên elektronîk êrîşî xwepêşanderan kirin.
Li gorî agahiyan 11 xwepêşander birîndar bûne û rojnameger Ehmed Zaxoyî jî hate binçavkirin.
Li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, biryar hatibû dayîn ku bazirganên Tirkiyê û wesayîtên barhilgir rasterast nekevin Başûrê Kurdistanê.
Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl barên xwe radestî ajokarên herêmê bikin û bi riya wan bigihînin bazarê û cihê wan.
Lê ji ber derbasbûna wesayîtên barhilgir ên Tirkiyê bi sedan şofêrên Zaxo û Dihokê bêkar dimînin, ev rewş jî bû sedema nerazîbûna ajokaran.