Li Bakurê Kurdistanê jin li dijî tecawîzkar û parêzvanê wê AKP’ê çalakî pêk anîn

Li dijî zihniyeta faşîzma AKP-MHP’ê ya parastina tecawîzkaran hêrsa gel zêde dibe. Ji bo Çawişê Pispor Mûsa Orhan yê ku destdirêjî li keça 18 salî ya ji Êlihê kirî cezayê herî giran bigre, gel li kolananin.

Li dehan navçe û bajarên bakurê kurdistan û tirkiyê jinan çalakiyên curbe cur lidar xistin û gotin, Heta çanda tecwîzkar bi dawî nebe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Şirnex û Mêrdînê jî hêrsa jinan a li dijî tecawizkar û parêzvanê tecawizkaran hebû.

Jinan li Şirnex û Mêrdînê derbarê bûyerê de daxuyanî dan.

Jinan diyarkirin ku tişta li kurdistanê tê kirin bi plankirî pêk tê û dixwazin civakê bê rûmet bikin.

Jinan ev polîtîka şermezarkirin û wiha gotin:

“Em ê rojekê bi tenê jî kolanan vala nehêlin.

Em ê destûr nedin ku hûn bi gotina du kesan xelas bikin.

Divê li dijî van polîtîkayan û êrîşên faşîzan kesek bêdeng nemîne.”

Li Mêrdîn û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê jî, der barê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn û bang li hemû jinan hat kirin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.

Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a HDPê ya Erdîşa Wanê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî bajarên kurdan tê meşandin.

Meclisê diyar kir ku piştî bertekên jinan faşîzma AKP’ê nû tecawizkar girtiye.

Li Enqere jî li dijî tecawizkaran bertek hebû

Ne tenê li bakurê Kurdistanê li nava tirkiyê jî helwest ji aliyê jinan ve hate nîşandan.

Rêxistinên jinan li Enqere, Mersîn û herêmên din, bertek nîşanî tecawizkaran dan.

Jinan bûyer weke, tundiya zilam binavkirin û gotin, jinên hatine qetilkirin isyana wan e.

Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbazên şerê taybete

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Başaran bi kuştina Îpek Er a 18 salî û tecwizkar Mûsa Orhan dest bi axaftina xwe kir û wiha got:

“Destdirêjiya li dijî jinan bi sed salan e wek rêbazek şer tê bikaranîn.

Li bajarên bakurê Kurdistanê destdirêjiya li dijî jin û zarokan bi destê dewletê tê kirin.

Ev jî rêbaz û polîtîkaya şerê taybet e.”

Başaran ji ber vbûyera Îpek Er bûyerek di sala 2013’an de li navçeya Midyada Mêrdînê bi bîr xist û diyar kir ku cerdevanan jinek revandiye û destdirêjî pê kirin û bûbû sedema mirina wê jinê.

Başaran got ev malbat 7 sal in têkoşîna edaletê birêve dibe.

Back to top button