Artêşa Tirk a dagirker li Heftenînê derbên giran dixwe

Li Heftenînê jî artêşa Tirk a dagirker roj bi roj li hember berxwedana gerîla têk diçe.

Leşkerên Tirk ên xwestin bikevin qada Pîrbilayê, rastî bersîva gerîlayan hatin û şerekî dijwar derket.

Li gorî agahiyan li vê herêmê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Her wiha şer belavî gundê Banîke bû û dever bi top û obûsan hat topbarankirin.

Îro di saetên sibê de jî, li herêma Şêladizê ya Dihokê 2 balafirên keşfê yên dewleta Tirk ketin xwarê.

Yek ji balafirên keşfê li taxa Şît Çinarkê ya Şêladizê ya din jî li gundê Diyokê ketin xwarê.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê îro 5 balafirên keşfê ser xaka başûr ketine xwarê.

Lê heta niha ne hatiye piştrastkirin ka balefir yên kê ne.

Duh jî balafirên dewleta Tirk gelek êrîş birin ser deverên Başûrê Kurdistanê.

Balafiran derdora bajarokê Kanî Masî û gundên Bazê û Kanî Mezin yên li çiyayê Metînayê bombebaran kirin.

Di encamê de sivîlê bi navê Xalid Ebdulrehman jiyana xwe ji dest da.

Back to top button