Amerîka 6 piştevanên din ên hikûmeta Şamê ceza kirin

Bi armanca tengavkirin û dorpêçkirina hikûmeta Şamê, Amerîkayê cezayên nû li ser berpirs û piştevanên hikûmetê ferz kir.

Roja Pêncşemê Amerîkayê ragihand ku wê rêzecezayên din li dijî 6 kesên alîgirên hikûmeta Şamê ferz kirin.

Di nava lîsteya kesên ku hatine cezakirin de serbaz û berpirsên hikûmetê û darayî hebûn.

Wezareta xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku şêwirmenda ragihandinê ya ofîsa serokatiyê Lona El-Şibil û alîkarê wê Yasir Ibrahîm her wiha berpirsekî payebilind a partiya Baasê Mihemed Emar El-Seatî di nava lîsteya cezayê de cî digirin.

Wezaretê da zanîn ku serbazên leşkerî yên firqeya 4’ê ku di êrîşa kîmyewî de rol lîstin û nehiştin agirbest pêk were hene.

Cezayên aborî yên nû salvegera 7.emîn a êrîşa kîmyewî ya li dijî Xûtayê de ku bêtirî 1400 kes hatibûn kuştin de, hatin pêkanîn.

Back to top button