
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Erdogan bi polîtîkayên ku bi pêş dixe aramiya Ewropayê têk dibe.
Emmanuel Macron ji kovara Parîs Matchê re axivî û rexneyên giran li serokomarê Tirkiyê Erdogan kir.
Macron diyar kir Erdogan polîtîkayeke li ser nijadperestî û Islamperestî dimeşîne û da zanîn ev yek jî bi nirxên Ewropayê re li hev nake. Ev yek jî sedema bê aramiyê ye.
Macron bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku divê vê tiştê bibîne û bi berpirsyariya xwe rabe.
Di dema dawî nakokîyên di navbera Fransa û Tirkiyê de zêde bûne, di serî de jî destdirêjiya Tirkiyê ya li Lîbyayê û vekolandina nerewa li Deryaya Spî.
Beriya niha Fransayê bang li Yekîtiya Ewropayê kiribû ku li dijî binpêkiriên Tirkiyê li Deryaya Spî rabe.
Fransayê hefteya borî ji bo piştgiriya Yewnanistanê dijî binpêkirnên Tirkiyê li deryayê , balafirek û du keştiyên şer şandibûn rojhilata Deryaya Spî û li gel Yûnan tetbîqata leşkerî kiribûn.