Ji projeya El-Hime ya li Hesekê dest bi dayîna avê hat kirin

Projeya El-Himê ya kolandina bîrên avê li Hesekê bi dawî bû û dest bi dayîna avê hat kirin.

Rêveberiya avê ya kantona Hesekê diyar kir ku ji 50 bîran niha 12 bîr ketin xizmetê.

Hevserokê Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd diyar kir ku ev av wê têra şêniyan neke û nabe altrenatîf ji stasyona Elok re.

Mehmûd anî ziman ku projeya El-himê çareseriyek demkî ye û tenê ji bo 3 mehên pêşiya me ne.

Nîdal Mehmûd diyar kir ku wê di demekê nêz de bîrên din jî têkevin xizmetê.

Ji dema dagirkirina Stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve stasyon zêdeyî 9 caran hat rawestandin.

Back to top button