Li herêmên hikûmeta Şamê pêketina 81 kesên din hat ragihandin

Li herêmên Hikûmeta Şamê pêketina 81 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 81 kes bi vîrûsê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir ku 15 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Li gorî van daneyên dawî jî heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, 2 hezar û 8 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 460 baş bûne û 82 jî mirine.

Back to top button