Kazimî: Em destwerdanên Tirkiyeyê napejirînin

Di rûniştina serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî bi serokê Amerîka Donald Trump, got ku ew êrîşên Tirkiyê ser xaka welêt qebûl nakin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Koşka Spî civiya.

Piştî civînê Kazimî û Trump derketin pêşberî rojnamegeran û bersiva pirsan dan.

Destpêkê Trûmp axivî û diyar kir ku armanca hebûna hêzên wan li Iraqê ji bo pêşî li çi êrîşeke Îranê bigire.

Derbarê êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê jî Kazimî destnîşan kir ku binpêkirin û destwerdanên Tirkiyê nayên pejirandin û wê dijî wê rabin.

Têkildarî binpêkirinên Tirkiyê li dijî serweriya Iraqê, Trump got, ger Iraq daxwaza alîkariyê bike, ew amade ne.

Back to top button